Hêzên Rêjîmê Çekên Qedexekirî li Hesekê bi kar tênin
Şerên Dijwar li Hesekê şeva borî heta derengiya Şevê di navbera Hêzên me û Hêzên rêjîmê de dewamkir.
Ji ber êrişên faşîst ên rejîma BAAS'ê yê li hemberî taxa Talaya, Xişman û derdora Mihatê a li Hesekê, heta seatên şevê din şerê dijwar rû da û heya derengiya şevê dewamkir. Ji destpêka êrişan ve hêzên rejîmê bê navber bi hawan û obusan êriş dikin. Her wiha hêzên rejîmê şevê din saet 21.00'an de li dijî hêzên me bombeyên mîsketê ku di hiqûqa navneteweyî de hatiye qedexekirin bikar anî.
Berxwedana şervanên me yên YPG/YPJ, hêzên asayîşê û desteka gelê me êrişa hovane a hêzên rejîmê hat şikandin û derbên giran xwarin. Li Talaya, tax û noqteya kontrolê Xişman, çaryana Sabbax û depoya genim ku hêzên rejîmê ji xwe re kiribû hedef bi dehan eskerên rejîmê hatin kuştin.
Di şerê ku tevahiya rojê dewamkir de 5 şervanên me yên YPG/YPJ'ê û 2 welatiyên sîvîl şehîd bûn. Dîsa li gorî ku hat tespîtkirin 14 welatiyên sîvîl jî di van êrişên hêzên rejîmê de birîndar bûne. Hêzên me dest danîn ser gelek cebilxaneyên rejîmê.
Navenda ragihandina YPG'Ê
19 çile 2015

No comments