Breaking News

Li Tirbespiyê û Til Hemîsê şer

Navenda Çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku li herêma Tirbespiyê êrîşek çeteyan hatiye şikandin û 3 çete hatine kuştin, li herêma Til Hemis jî tirimpêlek çeteyan hatiye rûxandin. Navendê diyar kir ku di pevçûnan de 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku îro di seatên sibehê de di ketina gundê Xirbe Dîp ê giredayî Tirbespiyê di navbera hêzên YPG’ê û komên çeteyan de pevçun derketiye û piştî pevçunê gelê gund jî alîkariya hêzên YPG’ê kirine û çeteyan paş ve hatine avetin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di pevçunan de 3 endamên çeteyan hatine kuştin û cenazeyekê jî tevî çek û amûrên wî ketiye destê şervanan.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di 2 şervanên YPG’ê di destpêka êrîşa çeteyan de, şervanekî ku birîndar bûyî jî dema ji bo dermankirinê dibirin nexweşxaneyê di rê de gihiştiye şehadetê.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di di gulebarana çeteyan de jinek jî birîndar bûye.
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê îro danê sibehê li nêzîkî gundê Ebu Quseyip ê dikeve bakurê Til Hemis çalakiyek lidar xistiye û di çalakiya ku komek çete ya di nava liv û tevgerê de bû hatiye hedef girtin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama çalakiyê de wesaîtek leşkerî hatiye rûxandin û çeteyên tê de hatine kuştin, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatine zelalkirin.

No comments